Li Amedê 14 rayedarên DBP hatin girtin

13 endam û rayedarên DBP jî hatine azadkirin.
کوردستان TV
100%

Di nava girtiyan de Hevserokê DBP jî heye.

Di çarçoveya doza ku, ji aliyê Dozgeriya giştî ya Amedê ve li dijî DBP hatibû vekirin, 14 rayedarên vê partiya han hatin girtin.

Li gor zaniyariyan, di nava girtiyan de Hevserokê DBP Keskîn Bayindir jî heye.

Her di çarçoveya heman dozê de 13 endam û rayedarên din yên DBP yên ku, hatibûn girtin, bi mercê pişkinîna nûjdariya dadî hatin azadkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.