Di salekê de 2 miliyon torîst hatine Dihukê

vê îsal 81 cîhîn nû yên torîstîkî werin vekirin.
کوردستان TV
100%

Hijmara han li gor sala derbasbûyî gelek zêde bûye.

Birêveberê giştî yê torîzma Dihukê Xeyirî Elî ragihand ku, jiber aramî û ewlekariya ku, li parêzgeha Dihukê de heye, sala 2022an hijmara torîstên ku, serdana vê parêzgehê kirine li gor salên derbasbûyî gelek zêde bûye.

Xeyirî Elî ragihandiye ku, di sala 2022an de bi giştî 2 miliyon û 300 hezar torîst serdana parêzgeha Dihukê kirine û ev hijmar sala 2021an tenê 1 miliyon û 500 hezar kes bûye.

Nav hatî diyar kir ku, niha li Dihukê 900 cîhên torîstîkî hene û di sala 2023an de 81 cîhên nû yên din werin vekirin.

Vê cejna sersalê û cejna Newrozê jî li parêzgeha Dihukê bi aheng û merasîmên curbicur û grseyî werin pîrozkirin û tê payîn ku, di wan her du cejnan de jî geleke zêde torîst beşdar bin.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.