Îsraîl: Lazime em xwe bo êrîş kirine ser Îranê amade bikin

dibêje Îsraîl xwedan karîne û lazime êrîşî ser navendên etomî yên Îranê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime navendên etomî yên Îranê werin ji navbirin.

Serokê berê yê dezgeha îstîxbarata Îsraîlê û rayedarê ewlekarî yê vê welatî Zohar Palti ragihandiye ku, eger Îran bibe xwedan çekên etomî vê demê Îsraîl û cîhan bi giştî rastî metirsiyeke gelek mezin tên.

Zohar Palti herwiha eşkere kiriye ku, lazime Îsraîl û civaka cîhanî rê nedin Îran bibe xwedan çekên etomî.

Palti daxwaz ji hikûmet û artêşa welatê xwe kiriye daku, xwe bo êrîş kirine ser navendên etomî yên Îranê amade bikin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku, niha Îran asta zengîn kirina oraniyumê ji sedî 60 zêdetir kiriye û di demeke kêm dide dikare ev asta han bigehîne sedî 90.

Ev rayedarê Îsraîlê gotiye Îsraîl xwedan karîne û dikare ji nîşkave êrîşî ser navendên etomî yên Îranê bike û lazime rojên pêşiya me de Îsraîl biryara xwe bide û ji nîşkava êrîşî ser navendên etomî yên Îranê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.