Artêşa Tirkiyeyê ji Zapê vedikêşe

heta niha artêşa Tirkiyeyê di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

17 nîsanê artêşa Tirkiyeyê dest bi operasiyonê kiribû.

Fermandariya giştî ya HPGê îro yekşem daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, ev çend roje artêşa Tirkiyeyê ku, li ser destê gerîlayan li deverê de rastî zirarên gelek mezin hatiye, dest bi vekêşînê kiriye.

Fermandariya HPG ev yek diyar kiriye ku, artêşa Tirkiyeyê ji hin navçeyên Bakûrê Rojhilat û Bakûrê Rojavayê Zapê û çend deverên din vekêşiyaye.

HPG di beşeke din ji daxuyaniya xwe de nivîsandiye ku, sedema vekêşînê şikesta artêşa Tirkiyeyêye jiber ku, artêşa Tirkiyeyê ji 17ê Nîsanê ve heta niha nikariye ti gavek pêşde bavêje.

heta niha artêşa Tirkiye û çapemeniya Tirkiyeyê li ser vê mijarê tiştek belav nekiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.