Ev rayedarê han dostê Xamneyî û 12 salan jî endam parlemen bûye.
Siyasetmendarekî navdar yê Îranê ku hevdem dostê herî nêz yê Rêberê Şoreşa Îranê ye, nameyek bo Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî nivîsandiye.
Ev rayedarê han yê ku, navê wî Hesen Ensarîrade, di nameya xwe de ji Xamneyî re gotiye, rejîm di warê, siyasî, abûrî, civakî û warên din de bi temamî îflas kiriye, nikare kêşeyên heyî yên li Îranê çareser bike.
Ensarirad herwiha daxwaz ji Xamneyî kiriye daku, ya dev jikar berde, anjî dest bi reformên bingehîn bike û guhê bide daxwazên xelkê.
Nav hatî di beşeke din ya nameya xwe de nivîsandiye, eger bikar anîna tundî dijî xelkê berdewam be, reform neyên kirin, vê rewşa Îranê aloztir bibe û rayedarên rejîmê jî rastî cezayên gelek mezin werin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin