Wezîrên berevanî yên Tirkiye û Sûriyeyê kom dibin

dem û cîhê civînê hîn jî nehatiye diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Ev civîna han pêşniyara Serokkomarê Tirkiyeyê ye.

Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê ji çapemeniya Tirk re ragihandiye ku, vê li ser daxwaz û pêşniyara Serokkomar Receb Teyyib Erdogan li gel wezîrê berevanî yê Sûriyeyê bicive.

Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar diyar kiriye ku, li ser pêşniyar û daxwaza Serokkomar, Receb Teyyib Erdogan civîneke sê alî di nabvera wezîrê berevanî yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyeyê de tê lidarxistin lê dema civînê hîn jî nehatiye diyarkirin.

Akar eşkere kiriye ku, niha têkiliyên îstîxbaratî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de didomin û Tirkiye li ser hewldanên xwe bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê biîsrare û bo berevanî kirin ji maf û berejwendiyên nîştimanî yên Tirkiyeyê çi lazim be, vê bikin.

Derbarê operasiyona muhtemel ya li dijî Rojavayê jî Akar diyar kiriye ku, hewldanên Tirkiyeyê bêyî rawestan didomin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.