Li Tirkiyeyê Tevrateke kevnar hate dîtin

ev Tevrata han li Îstenbûlê hatibû dizîn.
کوردستان TV
100%

Ev Tevrat han bi zêrê hatiye nivîsandin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê li bajarê Gîresonê ya vê welatî, hêzên ewlekarî karîne di operasiyonekê de Tevrateke kevnar yaku, dîroka vê bo beriya 700 salan vedigere bigirin.

Di operasiyona han de yaku, li bajarokê Bulanik ya ser bi Gîresonê ve hatiye lidarxistin, hêzên ewlekarî tîmeke biqaçax birina eser û paşmayiyên dîrokî girtine û di destê wan de Tevrateke kevnar jî hebûye ku, bi zêrê hatiye nivîsandin.

Qaçaxçî xwestine ev Tevrata han bi 1 miliyon û 500 hezar dolaran bifiroşe lê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Çapemeniya Tirkiyeyê qala vê yekê kiriye ku, qaçaxçî, ev Tevrata destnivîs ji Îstenbûlê diziye û aniye Gîresonê.

 

 

Nûçe Şewazên Jiyanê

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.