Berf zirareke mezin daye Amerîkayê

jiber rewşê aliyên têkildar nikarin kêşeyan çareser bikin.
کوردستان TV
100%

Heta niha herî kêm 16 kes canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Amerîkayê belav kiriye ku, jiber ev bager û tûfana berfê yaku, ev çend roje li vê welatî bi taybetî li bakûr destpê kiriye, heta niha herî kêm 16 kes canê xwe jidest dane.

Çapemeniya Amerîkayê qala vê yekê dike ku, jiber barîna berfa zêde, seqem û sermayê rewşa jiyanê gelek dijwar bûye û gelek dever jî jiber cemidê bê elektirîk mane.

Kanala cnn belav kiriye ku nêzî 2 miliyon mal û cîhên kar jî jiber vê rewşa han bêelektirîkin û çareser kirina vê kêşeyê jiber rewşa nebaş mimkune çend rojan dirêj bibe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.