Merasîma Qadasê li Kilîseyên Kurdistanê hate organîzekirin.
Ji duhê bişev ve welatiyên Mesîhî yên Kurdistanê û ewin ku, ji başûr û naverasta Îraqê jiber gefên terorê hawara xwe bo Kurdistanê anîne, li çend deverên Kurdistanê dest bi merasîmên xwe yên olî yên taybet bi jidayikbûna hezretê Îsa Mesîh kirin.
Îro jî danê sibê zû tevahiya kilîsteyên li Hewlêr, Dihuk, Şeqlawa û deverên din têje bûn ji welatiyên Mesîhî û nimêja Qedasê ya bikomî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin