Mesrûr Barzanî hêviya şadî û aştiyê dixwaze

tekez li ser pêşde birina çanda bihevre jiyanê dike.
کوردستان TV
100%

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kirîstiyanan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna jidayik bûna Hezretê Îsa peyamek belav kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;

Bi boneya cejna jidayik bûna Hezretê Mesîh ( silavên xwedê li ser bin) pîrozbayî li xuşik û birayên Kirîstiyan yên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim. Hêvî dikim rojên cejnê di xweşî û şadî de derbas bikin.

Bi vê boneya han ya pîroz, tekez li ser girîngiya pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane û hevûdu qebûlkirin, lêbûrîn û tebayiya navbera pêkhateyên gelê Kurdistanê de dikim.

Cejna we pîroz be û hertim di nava şadî û aştî de bin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.