Mesrûr Barzanî: Bila diyasporaya Kurd hincetê nede tundiyê

dibêje dostatiya me û Franseyê gelek ji bernameya neyaran bihêztire.
کوردستان TV
100%

Peyameke derbarê êrîşa duhê ya li Parîsê belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê li twitterê derbarê êrîşa duhê ya ser navenda çandî ya Ehmed Qaya peyamek belav kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;

Gelek dilgiranim jiber êrîşa qirêj yaku, li dijî diyasporaya Kurd ya li Parîsê hatiye kirin. Hevparê xemê kesûkarên qurbaniyame, daxwaz ji diyasporaya Kurd dikim sebir bikin û bi ti awayî hincet bo tundiyê çê nekin.

Baweriya me bi hevparên xwe yên Frensî heye ku, tevahiya hewlên xwe bo parastina diyasporaya Kurdî bitevger dikin û êrîşkar jî dadirizînin.

Gelê Franeyê gelek caran piştîvaniya me Kurdan kiriye, gelek tiştên me yên hevbeş hene, em bihevre rûbirûyê terorê dibin, mêwandariya wan kesan dikin ku, jiber şer û tundûtîjiyê aware bûne, ev têkiliya dostane ku di navbera me û Franseyê de heye gelek ji bernameya ker, (riq û kîn) ya ewin ku, êrîş pêk aniye bihêztire.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.