Dibêje ti alternatîfek bo rêkeftinê tuneye.
Berpirsê karûbarên siyaseta derve ya Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell derbarê hevdîtina xwe ya li gel wezîrê derve ya Îranê de ragihand ku, di civînê de me giftûgoyên dijwar kirin jiber ku, Îran şaştiyeke mezin kiriye.
Josep Borrell di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kiriye ku, Îran şaştiyên mezin kiriye, danûstandin gelek dijwarin û ti alternatîf jî bo rêkeftina li gel Îranê tuneye.
Nav hatî derbarê beşdarî kirina xwe di konferansa Bexda 2 de yaku, li Urdinê hatibû lidarxistin ragihand ku, me di konferansê de piştîvaniya xwe bo Îraqê diyar kiriye û em weke YE berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Îraqê.
Borell di beşeke din ji gotinên xwe de dilgiraniya YE li hember hevkariyên leşkerî û teknolojîkî yên di navbera Îran û Rûsyeyê de diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin