Li Bexdayê baran barîn kêşe bo xelkê çê kiriye

jiber barîna barîna bixor elektirîka Nasiriyeyê jî hatiye qutkirin.
کوردستان TV
100%

Huşdariya lehiyê jî tê dayîn.

Jiber barîna baraneke bixor duhê bişev li Bexda û çend bajarên navnerast û başûrê Îraqê lehiyên biçûk rabûn.

Bi taybetî li Bexdayê di nava cade û kolanan de aveke gelek zêde rabûye û astengiyên gelek mezin bo şêniyên vê bajarê çê bûne.

Ji aliyeke din ve rayedarên Îraqê huşdarî dane şêniyên Îraqî û eşkere kirine ku, mimkune li deverên sînorî yên li gel Îranê jiber barîna barana bixor lehiyên mezin rabin.

Herwiha ji ber barîna baranê û rabûna avê, elektirîka beşeke gelek zêde ya devera Nasiriyeyê qut bûye.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.