Yek ji qurbaniyên êrîşa duhê ya Parîsê Hunermendekî Kurde

3 welatiyên Kurd di encama êrîşa han de canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Duhê kesek êrîşî ser navenda çandî ya Ehmed Qayayê kiribû.

Duhê bişev li Parîsa paytexta Franseyê kesek temen 69 salî, bi çek êrîşî ser navenda çandî ya Ehmed Qayayê kiribû.

Di encama êrîşa han de 3 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dabûn û 3 kesên din jî birîndar bibûn.

Yek ji wan kesên ku, canê xwe ji dest daye Hunermendekî Kurde bi navê Mîr Perwer.

Di dema êrîşê de li navenda çandî ya Ehmed Qayayê çalakiyeke hunerî hebûye û kesê bikuj jî di dema vê çalakiyê de êrîşa han pêk aniye.

Piştî êrîşê welatiyên Kurd li Parîsê xwepîşandaneke gelek mezin lidar xistin.

Nûçe Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.