Kurdistan û Îtalya têkiliyên xwe berfiretir dikin

Îtlya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îtalyayê îro li Hewlêrê bû.

Serokwezîrê Îtalyayê Gigogia Melonî ku, îro danê sibê serdana Bexdayê kiribû, nîvro jî hate Hewlêrê û li gel Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê civiya.

Serokwezîra Îtalyayê li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin û pişt re jî civîneke hevbeş di nabvera her du aliyan de hate li darxistin û piştî civînê jî her du alî di di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de gotarek pêşkêş kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Giorgia Miloni kir bi boneya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wê û hêviya xwe anî ziman ku hikûmeta wê serkeftî be û di bin serkirdetiya wê de pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê zêdetir pêşve biçin.

Di destpêkê de ez dixwazim gelek bi germî bixêrhatina cenabê we û şanda ligel we bikim, ku bêguman serdana we ji bo Herêma Kurdistanê amajeyeke gelek diyar e ji bo vê hevpeymanî û dostaniya ku di navbera Îtalya û Iraqê de heye, bi taybetî ligel xelkê Herêma Kurdistanê.

Rêz û pêzanînên me yên mezin hene ku cenabê we di vê demê de serdana Herêma Kurdistanê dikin, sedana hêzên xwe dikin ku em ber bi krîsmasê û cejna sersalê diçin, ew ji mala xwe dûr in û hatina cenabê we dilgermiyeke mezin e ji bo wan û piştevaniyeke mezin e ji bo xelkê Kurdistanê. Em bi navê xelkê Kurdistanê spasiya cenabê we dikin, herwiha pîrozbahiya pêkanîna hikûmeta we jî dikin, ku hikûmeteke nû ye û em hêvî dikin ku hûn serkeftî bin û di bin serkirdetiya cenabê we, em bikarin pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê pêş bixin.

Me di civînê de behsa çendîn mijarên girîng kirin ku pêwendiyên wan bi Îtalya û Herêma Kurdistanê ve hene. Ez gelek kêfxweş im ku dibînim her du alî dixwazin pêwendiyên xwe pêş bixin û em girîngiyê bidin pêwendiyên xwe û ez çaverêya wê yekê dikim ku di berjwendiya her du aliyan de û di berjewendiya xelkê Îtalya û Herêma Kurdistanê de be, careke din bixêrhatina gelek germî li cenabê we dikim û hêvîdar im serkeftî bin.

Careke din pîrozbayiya cejna krîsmasê li cenabê we û hemû Xiristiyanên cîhanê dikim, bi taybetî xelkê Kurdistanê û pîrozbayiya sersala nû jî li her kesî dikim. Gelek gelek bi xêr hatin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.