Çîn: Tirkiye sivîlan dikuje lazime êrîş werin rawestandin

Tirkiye jî bertek nîşanî wan gotinan dide.
کوردستان TV
100%

Nunerê Çînê yê li NY rexne li Tirkiyeyê dike.

Cîgirê nunerê hertimî yê Çînê yê li Netewên Yekgirtî Geng Shuang duhê di gotareke xwe de behsa êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê kir.

Cîgirê nunerê hertimî y ê Çînê yê li NY Geng Shuang diyar kir ku, jiber êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyeyê yên bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xelkê sivîl tê kuştin û lazime Tirkiye bilez dawî bi êrîşên han û gefên xwe yên bo lidar xistina operasiyona bejayî bo ser deverê bîne.

Ji aliyeke din ve nunerê Tirkiyeyê yê li NY Feridun Sinirlioğlu rexne li gotinên Geng Shuang kir û got ev gotinên han nayên qebûlkirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.