Daxwaza azadiyê bo Terane Elîdostî tê kirin

li Tehranê jî çalakî bo azad kirina vê têne lidarxistin.
کوردستان TV
100%

500 hunermendên navdar yên cîhanî daxuyaniyeke hevbeş belav kirine.

Girtina Hunermenda Rojhilatî yê bi navê Terane Elîdostî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bû sedema zêde bûna bertekên dijî rejîma Îranê.

Di vê çarçoveyê de zêdetir ji 500 Hunermend û Sînemakarên navdar yên cîhanê di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza azadiya bilez bo vê Sînemakara Kurd kirine.

Ji aliyeke din ve li Îranê jî li berdem girtîgeha Evînê ya li Tehranê hijmareke gelek zêde Sînemakar û hunermendên Îranî bo azadiya Terane Elîdostî dest bi çalakiya rûnîştinê kirine.

Weke tê zanîn Terane Elîdostî jiber piştîvaniyên xwe ji xwepîşanderan û dijatî kirina xwe ya li hember îdam kirina Xwepîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve beriya çend rojan hatibû girtin.

Nûçe Çand û Huner

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.