Di civînê de behsa êrîş û topbaranên ser herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Duhê civata ewlekariya nîştimanî ya Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mihemed Sûdanê û amadebûna Fermandarên hêzên leşkerî yên Îraqê civiya.
Di civînê de êrîşên terorîstên DIŞIê yên li Kerkûk û Diyalayê hatin nirxandin û bi tundî hatin mehkûmkirin û biryar hate dayîn daku, hêzên leşkerî û ewlekarî yên Îraqê liv û tevgerên xwe yên li dijî DIŞIê li wan deveran de zêdetir bikin.
Di beşeke din ya vê civîna han de giftûgo derbarê êrîş û topbaranên Tirkiye û Îranê yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê hate dayîn û biryar hate dayîn daku, pêngavên pêwîst bo dawî anîn bi wan êrîş û topbaranan werin avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin