Bob Menendez: Rê nadim balefir bo Tirkiyeyê werin şandin

dibêje jiber hilbijartinên Tirkiyeyê Erdogan zêdetir dîktator dibe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Erdogan her diçe zêdetir dîktator dibe.

Serokê komîteya têkiliyên derve ya Kongrêsa Amerîkayê Bob Menendez derbarê firotina balefirên F16 bi Tirkiyeyê daxuyaniyeke nû da û gef jî li Tirkiyeyê kir.

Serokê komîteya têkiliyên derve ya Kongrêsa Amerîkayê Bob Mendenez diyar kiriye ku, Erdogan jiber rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û herwiha jiber hilbijartinan, siyaseta derve ya Tirkiyeyê xistiye nava bazineyeke tesik û dest bi bikaranîna gef û tûndiyê li dijî xelkê sivîl kiriye, beriya çend rojan gef li Atînayê kiriye ku, xelkê medenî têde dijî, ev yek li gor qanûn û rêkeftinên navnetewî tawane û lazime pêşiya Tirkiyeyê were girtin.

Mendenez herwiha eşkere kiriye ku, heta siyaseta Tirkiyeyê wisa be, ev weke Serokê komîteya têkiliyên derve ya Kongrêsê rê nade hikûmeta Amerîkayê ku, çekan bi taybetî balefirên F16 bifiroşe Tirkiyeyê.

nav hatî qala vê yekê kiriye ku, Erdogan jiber hilbijartinên 2023an û bo ku, dîsa were hilbijartin zêdetir dîktator dibe û bi vê rengî dixwaze dengên neteweperestan bidest bîne.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.