Serok Barzanî û Konsulusê Almanyayê civiyan

têkiliyên navbera Almanya û Kurdistanê tên pêşde birin.
کوردستان TV
100%

Behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê Klaus Straicher kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya deverê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî hate kirin û her du alî balkêşandine ser têkiliyên navbera herêm û Bexdayê û bernameya karî ya hikûmeta nû ya federalî.

Her di vê civînê de her du aliyan tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina navbera hikûmeta federalî û hikûmeta herêmê ya derbarê Şingal kirin û normal kirina rewşa Şingal û vegerandina awareyan bo cîhên wan bi girîng hate wesifkirin.

Gef û metirsiyên terorê mijareke din ya vê civînê bûn û Konsulusê Almanyayê yê li Hewlêrê diyar kir ku, Almanya di şerê dijî terorê de hevbeş û piştîvanê herêma Kurdistan û Îraqê ye û aramî û pêşkeftina herêma Kurdistanê bo Almanyayê bi girîng wesif kir.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî jî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir ku, di şerê dijî terorê de hevkariya gelê Kurdistanê kirin û têkiliyên navbera gelên Alman û gelê Kurdistanê bi dîrokî û dostane wesif kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.