Duhê bişev DIŞI êrîş kiribû û 7 welatiyên medenî hatibûn kuştin.
Piştî êrîşa duhê bişev ya terorîstên DIŞIê ya li Diyalayê ku, bibû sedema mirina 7 welatiyên medenî, îro şandeke leşkerî ya Îraqê serdana Diyalayê kir.
Armanca serdana vê şanda han lêkolîn kirine li ser êrîşa han û şopandina rewşa ewlekarî ya vê deverê ye.
Duhê bişev terorîstên DIŞIê ji sê aliyan ve êrîşî ser gundê Elbubalî kiribûn û di encama êrîşa han de 7 welatiyên medenî canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin