Dibêje emê bi bombeya etomî êrîş bikin.
Aloziyên navbera Hindistan û Pakistanê berdewamin û di vê çarçoveyê de Pakistan gef li Hindistanê dike.
Wezîrê karûbarên ewlekariya civakî û şerê dijî gendeliyê yê Pakistanê Shazia Marri ragihandiye ku, lazime Hindistan vê yekê ji bîr neke ku, Pakistan xwedan bombeya etomê ye û eger pêwîst bike vê Pakistan bo bombeya etomê êrîşî ser Hindistanê bike.
Shazia Marri eşkere kiriye ku, eger Hindistan li dijî Pakistanê şer hilbijêre vê demê Pakistan neçar dibe bombeya etomî bikar bîne.
Heta niha rayedarên Hindistanê li ser vê mijarê ti helwestek raber nekirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin