8 polîsên Îraqî hatin kuştin

terorîstên DIŞI kemîn danîne û êrîşî ser polîsên federalî kirine.
کوردستان TV
100%

Di encama kemîneke DIŞIê de hatine kuştin.

Peyamnêrê me yê li Kerkûkê ragihand ku, kêliyek beriya niha li gundê Sefire ya ser bi bajarokê Riyazê ya li Başûrê Kerkûkê, hijmareke polîsên federalî ketine kemîneke terorîstên DIŞIê.

Peyamnêrê me diyar kir ku, di navbera polîsên federalî û terorîstên DIŞIê de pevçûn jî çê bûye û di encam de 8 polîsên federalî canê xwe ji dest dane û çend terorîst jî hatine kuştin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.