Li çend parêzgehên Îranê grev destpê kiriye.
Li gor nûçeyeke indipendeta Farsî îro di çarçoveya xwepîşandanên dijî rejîma Îranê de, hijmareke gelek zêde ji kirêkar û karmendên petrokîmiyaya Îranê dest bi greveke giştî kirine.
Li gor çavkaniyê parêzgehên Mahşehir, Bûşehir, Ehwaz, Xûzistan, Kohgîloye û Bûyerehmed û Îlamê karker û karmendên petrokîmiyaya Îranê dest bi grevê kirine.
Heta niha nayê zanîn ku, gelo rejîm li hember vê greva han çi helwestek raber bike û ne diyare grev heta kengî berdewam dibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin