Li Urdinê 44 kes hatin girtin

Şahê Urdinê dibêje rê nadin aramiya welat ji aliyê çend kesan ve were têkdan.
کوردستان TV
100%

Şahê Urdinê jî dibêje emê bi tundî li hember têkdaran tevbigerin.

Duhê bişev li hin bajarên Urdinê xelk li dijî desthilatdarên vê welatî daket qadan û xwepîşandan kir.

Xwepîşander ku, êrîşî ser hêzên ewlekarî û dezgehên fermî yên hikûmetê kiribûn rastî bersifdaneke dijwar ya hêzên ewlekarî hat.

Îro danê sibê birêveberatiya ewlekariya giştî ya Urdinê ragihandiye ku, 44 kes hatine girtin û di êrîş kirine ser dezgehên fermî û hêzên ewlekarî roleke wan ya sereke hebûye.

Ji aliyeke din ve her îro şahê Urdinê jî ragihand ku, vê hêzên ewlekarî bi tundî bersifa her cure hewldanek bo têkdana aramiya welat didin û rê nadin hinek kes aramiya welat têk bibin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.