Îro roja alaya Kurdistanê ye.
Îro şemî 17ê Kanûnê roja alaya Kurdistanê ye û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bo vê minasebetê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî naveroka peyamê ye;
Di roja alaya Kurdistanê de, bîranîna alaya han yaku, alaya tevahiya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê ye pîroz dikin.
Serê rêzdariyê bo şehîdên serfiraz ditewînin ku, bo ala û axa Kurdistanê canê xwe fedar kirine.
Spasiya hêzên pêşmerge yên qehreman dikin ku, bi têkoşan, berxwedan û qurbanîdan ev alaya han hertim bilind ragirtine.
Bila tevahiya me di bin sêbera alaya han ya pîroz de, gavên zêdetir bo aştî û awedaniya Kurdistanê bavêjin.
Roja alaya Kurdistanê pîroz be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin