Welatiyekî Kurd hate kuştin

heta niha zaniyariyên zêdetir li ser sedema mirinê nehatine bidestxistin.
کوردستان TV
100%

Duhê li Kerkûkê ji aliyê hêzên asayîşa Îraqê ve hatibû girtin.

Peyamnêrê me yê li Kerkûkê ragihand ku, duhê hêzên asayîşa nîştimaniya Îraqê karmendekî Kurd yê bi navê Ebdulqadir Sebah Elî binçav kirine.

Peyamnêrê me diyar kiriye ku, heman hêza han, îro danê sibê telefûna kesûkarên Ebdulqadir kirine û ji wan re gotine werin cenazeya wî bibin malê.

Heta niha sedema mirina wî welatî nayê zanîn tê gotin duhê dema girtinê rewşa wî ya tendirostî têk çûye û îro jî canê xwe ji dest daye.

Lê gelek goman li ser can ji dest dana wî welatiyê Kurd hene.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.