Wezareta torîzmê xwe bo sala nû amade dike.
Birêveberê beşê ragihandinê ya wezareta torîzmê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku, îsal bi giştî 6 miliyon torîst ji Îraq û welatên din serdana herêma Kurdistanê û cîhên torîstîkî yên Kurdistanê kirine.
Birêveberê beşê ragihandinê yê wezareta torîzmê Ibrahîm Ebdulmecîd diyar kiriye ku, piraniya wan torîstan ji deverên din bi taybetî Başûr û Naverasta Îraqê serdana cîhên torîstîkî yên Kurdistanê kirine û niha hikûmeta herêma Kurdistanê bi taybetî jî wezareta torîzmê xwe bo pêşwaziya torîstan di sala nû de dike.
Weke tê zanîn Kurdistan xwedan gelek cîhên torîstîkî û dîrokiye û torîst jî gelek dixwazin serdana wan cîhan bikin.
ji aliyeke din ve li gor amarên heman wezaretê di sala 2021an de zêdetir ji 4 miliyon torîst hatibûn Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin