Çend senatorên Amerîkî proje qanûnek bo vê mebestê amade dikin.
Li gor çapemeniya Amerîkayê hijmareke Senatorên Amerîkî li dijî Rûsyeyê dest bi amadekirina proje qanûnekê kirine.
Eger ev proje qanûna han ji aliyê kongrêsê ve were pejrandin, vê demê hikûmeta Amerîkayê neçar dibe dest bi hewldan bo derxistina Rûsyeyê ji civata ewlekariya Netewên Yekgirtî bike.
Senatorên Amerîkî di proje qanûna xwe de diyar kirine ku, jiber şerê dijî Ukraynayê û kuştina xelkê medenî lazime Rûsye ji civata ewlekariya Netewên Yekgirtî were derkirin.
Proje qanûn hîn jî radestî kongrêsê nehatiye kirin û tê payîn di demeke nêz de ev projeya han radestî kongrêsê were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin