Îran ji komîsyona karûbarên jinan hat derxistin

jiber şehîd kirina Jîna Emînî Îran ji komîsyonê hatiye derxistin.
کوردستان TV
100%

Duhê di civînê de bi piraniya dengan Îran ji vê komisyonê hate derxistin.

Piştî şehîd kirina keça Kurd Jîna Emînî bi destê hêzên rejîma Îranê, beriya sê mehan, çalakvanên Kurd û Îranî bi hevkariya çend aliyên navnetewî zext li civaka cîhanî kirin daku, cezayên dijwar bidin Îranê.

Di encama wan zextan de, duhê komîsyona karûbarên jinan ya Netewên Yekgirtî di civîna xwe de Îran ceza kir û bi piraniya dengan Îran ji vê komîsyonê derkir.

Piştî vê biryara han, rejîma Îranê jî daxuyanî de û ragihand ku, Îran di warê mafên jinan de pêngavên gelek baş avêtibû, ev biryara han zirarê dide têkiliyan û ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin.

Rejîma Îranê diyar kiriye ku, vê jinên Îranê bêyî vê komisyonê jî berdewam bin li ser pêşkeftin û pêşde çûnên xwe di warên curbicur de.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Nasir Kenanî eşkere kiriye ku, ev biryar biryareke siyasiye dijî Îranê û ji aliyê Îranê ve nayê qebûlkirin.

Nav hatî herwiha gotiye ev biryara han binpê kirina rêçikên Netewên Yekgirtî ye û girîngî nedane bi hilbijartinên bo dezgehên navnetewî.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.