Behsa çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:
Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Mark Bryson Richardson kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.
Me her du aliyan tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûr û karnameya wezarî ya hikûmeta federalî kir.
Me behsa vê yekê kir ku, rewşeke goncaw heye bo çareser kirina kêşeyan û hêvî dikin qebûl kirina şandina para herêmê ya mehên 11 û 12 bibe pêngaveke ber bi gehêştin bi rêkeftinek bo çareser kirina kêşeyên têkildar bi bûdce, petrol, gaz û deverên kêşe li ser û pirsên din.
Di mijareke din ya civînê de me derbarê reformên kabîneya 9an, bi taybetî dîcîtalîze kirina xizmetgozariyên giştî, henarde kirina berhemên çandiniyê yên herêma Kurdistanê bo bazarên Brîtanya û Ewrûpayê kir.
Girîngiya parastina ewlekariya herêma Kurdistanê, cîhbicîh kirina rêkeftinnameya Şingal, normal kirina rewşa deverê û derçûna hêzên çekdar yên derqanûnî ji deverê mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin