Nunerên rejîma Sûrî jî di konferansê de amade dibin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihand ku, li gel Serokê Rûsyeyê li ser mijara li dar xistina konferansekê li Tirkiyeyê lihev kirine.
Erdogan eşkere kiriye ku, mijara konferasê şerê dijî terorê û hevkariya hevbeş ya herêmiye.
Di konferansê de Serokê parlementoya Tirkiye û Rûsyeyê û herwiha nunerên rejîma Sûrî jî beşdar dibin.
Ev konferansa han di demekê de tê lidarxistin ku, Serokkomarê Tirkiyeyê çend car daxwaz kiribû li gel Esed bicive lê Esed ev daxwaza han red kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin