Ciwanekî din yê Kurd bi eşkence kirin hat şehîd kirin

li girtîgeha îtlaatê ya li Serdeştê hatiye şehîdkirin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatiye eşkencekirin.

Îro sêşem navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, ciwanekî din yê Kurd bi navê Şehiryar Adilî xelkê Serdeştê ku, beriya çend rojan ji aliyê hêzên îtlaatê ve hatibû girtin, canê xwe ji dest daye.

Hengawê li ser zarê çavkaniyên hayedar belav kiriye ku, Şehiryar Adilî di girtîgeha îtlaatê ya bajarê Serdeştê de, jiber eşkenceyên dijwar ku, li wî hatine kirin canê xwe ji dest daye.

Adilî temen 27 sal, xelkê Serdeştê ye û bi hinceta beşdarî kirin di xwepîşandanan de ji aliyê îtlaatê ve hatibû girtin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.