Fermandarê hêzên Îtalî serdana wezareta pêşmerge kir.
Îro Fermandarê giştî yê hêzên Îtalî li herêma Kurdistanê Jeneral Daniel serdana wezareta pêşmerge kir û li gel rayedarên wezaretê civiya.
Di civînê de rixmî giftûgo kirin li ser gef û metirsiyên DIŞIê hevdem nîqaş li ser hevkarî û piştîvaniyên hêzên Îtalî yên bo hêzên pêşmerge hate kirin û Fermandarê hêzên Îtalî li herêma Kurdistanê ragihand ku, hêzên Îtalî ji nûve dest bi perwerde kirina hêzên pêşmerge dikin û piştîvaniyên Îtaliyayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin