Dibêje emê şevk ji nîşkave êrîş dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duhê bişev di gotarekê de dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand ku, emê naçarin nava zika xwe bo xwe qut bikin û heta wan bi dûrî 30km ji sînorê Tirkiyeyê dûr nexin ranavestin.
Derbarê Yûnanê de jî Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku, Tirkiye di warê pîşesaziya berevanî de pêşkeftinên gelek mezin bidest aniye û Yûnan jî ji wan pêşkeftinan gelek ditirse.
Erdogan got: Eger Yûnan aqil nebe vê emê şevek ji nîşkave êrîşî ser Yûnanê jî bikin.
Li hember de jî rayedarên Yûnanê dibêjin ev gefên Erdogan cidîne û metirsiyeke gelek mezinin bo ser Yûnanê û Yûnan li gel hevparên xwe yên li Ewrûpa û cîhanê li ser wan gefan giftûgo dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin