Ukrayna duhê êrîşî ser vê biryargeha han kiriye.
Artêşa Ukraynayê berdewame li ser hewldanên xwe bo rizgar kirina xaka xwe ya dagîrkirî ji destê Rûsyeyê û di vê çarçoveyê de duhê artêşa Ukraynayê li bajarê Kadiivka ya li herêma Luhanskê êrîşî ser biryargeha navendî ya koma çekdar ya Rûsî ya navdar Wagnerê kir.
Li gor çapemeniya Ukraynî ev navenda han bi temamî hatiye wêrankirin.
Di vê derbarê de Serokê îdarî yê herêma Luhanskê ragihandiye ku, di encama êrîşa han de gelek endamên Wangerê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne û di dema êrîşê de çend teqînên mezin di nava biryargehê û derdorê de çê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin