Xwepîşandanên dijî rejîma Îranê didomin

xelkê Îranê dibêje emê rejîmê hilweşînin û rayedarên rejîmê jî ceza bikin.
کوردستان TV
100%

Bi tenafa darê pêşwaziya parlementer û rayedarên Îranî tê kirin.

Ev zêdetir ji 85 rojane li seraserê Îranê, xelkê vê welatî li dijî rejîmê di nava raperîn û serhildanê deye.

Di pêla nû ya xwepîşandanan de, xwepîşander diroşimeyên nû dijî rejîmê tên gotin û xelk jî peyamên nû dide rejîm û rayedarên rejîma Îranê.

Di vê çarçoveyê de duhê bişev li Sine, Tehran, Sîstan û Belûçistan û gelek bajarên din mîna Îsfehan, Erak, Tebrîz, Meşhed û Reşt jî xwepîşandanên berfire hatin kirin û xelkê bi tenafên darve kirinê pêşwaziya parlementerên Îranî û rayedarên rejîma Îranê kirin.

Herwiha li Îranê xwepîşander dest bi kempîna zext kirinê li welatê Venezolayê kirine ku, rayedarên Îranî hewl didin di dema hilweşîna rejîmê weke penaber birevin vê welatî û daxwaz ji rayedarên Venezolayê dikin ku, ti rayedareke rejîma Îranê qebûl neke.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.