Navenda mafên mirovan ya Îraqê raportek belav kiriye.
Duhê şemî bi minasebeta roja pejrandina belavoka cîhanî ya mafên mirovan, navenda mafên mirovan ya Îraqê derbarê rewşa mafên mirovan li vê welatî raportek belav kir.
Di raportê de hatiye nivîsandin ku, nebûna desthilatê cîhbicîh kirina qanûnan û zêdetir bûna desthilat û bandora komên çekdar û hebûna terorîstan bûne metirsiyên gelek mezin li ser rewşa mafên mirovan û her jiber wan sedeman jî tenê di sala 2021an de li Îraqê herî kêm 11 hezar kes hatine wendakirin.
Di beşeke din ya raportê de hatiye eşkere kirin ku, her çend di salên berê de jî binpê kirina mafên mirovan û wenda kirin hebûne lê di navbera salên 2017an heta 2022an zêdetirîn binpê kirina mafên mirovan û wendakirin li Îraqê hatiye dîtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin