Mecaristan berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Mecaristan û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr û Seroka Hengariyayê civiyan.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Seroka Mecaristanê Katalin Novak civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro li gel Seroka Mecaristanê birêz Xatû Katalin Novak civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê têkiliyên navbera Mecaristan û herêma Kurdistanê, pêşhat û guhertinên dawî yên li Îraq û deverê û rewşa bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên herêma Kurdistanê de kir.

Em kêfxweş bûn bi serdana Seroka Mecaristanê û spasiya welatê Mecaristanê jî kir ku, di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de berdewame li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê û behsa xwesteke herêma Kurdistanê ya bo bihêztir kirina têkiliyên li gel Mecaristanê kir.

Seroka Mecaristanê Katalin Novak rixmî spasî kirina qehremaniya pêşmerge di rûbirû bûna terorîstên DIŞIê de, behsa ewlekarî, aramî, pêşkeftin û avedaniya bajarê Hewlêrê û herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyan di her warê de li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Reformên kabîneya 9an û girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.