Serokwezîra Hungariyayê li Hewlêrêye

sibê şemî li gel Serokwezîrê Kurdistanê jî dicive.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê pêwşaziya vê kir.

Îro înê Serokwezîrê Hungariyayê ( Mecaristanê) Katalin Novák bi serdaneke fermi gehêşte paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Biryare Serokwezîrê Mecaristanê Katalin Novák piştî merasîma pêşwaziyê li gel Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Serokwezîrê Mecaristanê piştî civîna li gel Nêçîrvan Barzanî vê serdna Mûsil û deşta Nînowayê jî bike û çend proje ku, ji aliyê welatê vê ve hatine cîhbicîhkirin veke.

Pişt re dîsa vedigere Hewlêrê û sibê şemî jî li gel Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û dicivînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Mecaristanê û çend mijarên din yên taybet bi rewşa deverê tê kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.