Telefûna wî kiriye û jê re gotiye aqil bin û bi agirê nelîzin.
Li gor nûçeyeke navenda çepemeniyê ya Amerîkî Axios Serokê îstîxbarata Amerîkayê (CIA) Bill Burns telefûna Serokê MÎTa Tirkiyeyê Hakan Fîdan kiriye.
Di peywendiya han ya telefûnî de Bill Burns ji Fîdan re gotiye: Hun dibêjin teqîna Îstenbûlê karê YPG û HSDê ye lê ti belgeyeke we tuneye û belge di destê me de hene ku, teqîn karê komên cîhadî yên Tirkiyeyê ye, we bi vê teqîna han xwest derfet û operasiyoneke bejayî û êrîşên xwe yên asmanî bo ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê xweş bikin, lê hun bi agirê dilîzin, emê rê nadin operasiyona we.
Burns herwiha diyar kiriye ku, êrîşên asmanî û operasiyonên we yên bejayî canê leşkerên Amerîkî û hevpeymanên Amerîkî dixin metirsiyan û Amerîka jî li hember vê yekê bêdeng nabe lewre lazime Tirkiye li gor vê yekê tev bigere.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin