Vê 5 miliyar dolar bo Tirkiyeyê bişîne.
Wezîrê darayî yê Siûdiyeyê Mihemed bin Ebdulah Cadan ragihand ku, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di dema serdana xwe ya bo Siûdiyeyê de li gel şahê Siûdiyeyê civiyaye û di civînê de Erdogan behsa rewşa Tirkiyeyê bi taybetî bandora qirîza darayî ya li ser rewşa Tirkiyeyê kiriye û lava ji şahê Siûdiyeyê kiriye daku, hevkariya wî bike.
Cadan ev yek diyar kiriye ku, şahê Siûdiyeyê jî lavayên Erdogan qebûl kiriye û ragihandiye vê hevkariya darayî pêşkêşî Tirkiyeyê bike.
Nav hatî diyar kiriye ku di vê çarçoveyê de vê di rojên pêşiya me de Siûdiye 5 miliyar dolaran bişîne bo Tirkiyeyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin