Zelenskyy bûye sembola berxwedana Ukrayniyan.
Govara time ya Amerîkî di raporta xwe de ya derbarê zilamê herî bi bandor ya sala 2022an de raportek belav kiriye.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jiber beşdarî kirina aktîf di şerê dijî Rûsyeyê bûye sembola berxwedan û azadiya Ukrayniyan û bi vê awayî li seraserê cîhanî bûye zilamê herî bi bandor yê sala 2022an.
Di raportê de hatiye nivîsandin ku, di dema destpê kirina êrîşên Rûsyeyê yên li dijî Ukraynayê di meha sibatê de heta niha Zelenskyy bi awayeke çelak beşdarî di şer û berxwedanê de kiriye û kariye welatê xwe ji destê Rûsyeyê rizgar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin