Nakokiyên nava rejîmê gehêştine mala Rêberê şoreşa Îranê.
Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî di roja xwe ya 84an de berdewamin û agirê nakokî û aloziyên nava berpirsên rejîmê jî gehêşte mala Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî.
Di vê çarçoveyê de xuşika Rêberê şoreşa Îranê Bedrî Xamneyî nameyeke vekirî bo Xamneyî nivîsandiye û ragihandiye ku, tu gelek zilm li xelkê Îranê kiriye, tu zarok û mirovan dikujî û aqubeta te ne xêre, tu zalim û dîktatorî.
Bedrî Xamneyî herwiha heşa ji birayê xwe kiriye û gotiye ji niha û pêde birayekî min bi navê Xamneyî tuneye.
Nav hatî daxwaz ji hêzên ewlekarî û spaha Pasdaran jî kiriye daku, çekên xwe deyinin erdê, li dijî rejîmê piştîvaniya xelkê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin