naveroka civîna civata wezîran

şanda Kurdistanî di rojên pêşiya me de dîsa diçe Bexdayê
کوردستان TV
100%

îrîo civata wezîran civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand; Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Rojeva yekem ya civînê pêk hatibû ji nirxandina encamên serdana şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo Bexda û civînên şanda han yên li gel hikûmeta federalî bi taybetî derbarê mijarên bûdceya herêmê, petrol û gaz, gomrok û deriyên sînorî, dîwana çavdêriya darayî, û ji aliyê wezîrê Plandanîn birêz Dara Reşîd û endamên şandê ve raportek di vê derbarê de hate pêşkêşkirin.

Rixmî destxweşî kirin ji endamên şandê û diyar kirina rêzdariyê li hember hewlên wan yên bo berevanî kirin ji mafên destûrî  yên xelkê herêma Kurdistanê, di heman demê de, me tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê hertim amade bûye daku, kêşeyên hilwastî li gel hikûmeta federalî bi awayeke mayinde û li ser esasê destûrê çareser bike.

Me diyar kir ku, niha derfeteke nû derketiye holê bo çareser kirina kêşeyan di çarçoveya rêkeftina navbera aliyên siyasî yên Îraqê ya bo pêkanîna hikûmet û bernameya wezarî ya kabîneya nû ku, di roja 27ê Mijdara 2022an de ji aliyê parlementoyê ve jî hatiye pejrandin û sîfeta pêbenîd jê re hate dayîn û têde rêkar û mekanîzmên çareser kirina kêşeyan hatine diyarkirin.

Civata wezîran biryar da daku, şanda danûstandinkar bo domandina diyaloga han di rojên pêş de dîsa serdana Bexdayê bike û komîteyên taybetî yên her du aliyan dest bi civînên xwe yên hevbeş bikin bo gehêştin bi çareseriya hevbeş li ser esas û bingehên ev nexşe rêya ku, di civînê de hatiye pejrandin, di heman demê de komîteyeke qanûnî û wezarî di nava civata wezîran de hate pîwerdarkirin bo hemahengî kirin li gel aliyên têkildar, kesên pispor û amadekarî bike bo cîhbicîh kirina ev xalên bernameya wezarî yên ku, taybetin bi nirxandin û cîhbicîh kirina çend proje qanûnek mîna( proje qanûnên civata federalî, dadgeha bilind ya federalî û petrol û gazê) û herwiha lazime hemahengî li gel parlementoya Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî yên di nava parlementoyê de bike û lazime belgenameyên pêwîst jî weke paşko werin amadekirin bo sepandin û gerentî kirina maf, desthilat û şayîsteyên herêma Kurdistanê weke erkeke nîştimanî ya tevahiya aliyan.

Mijara dudiyan ya civînê taybet bû bi mekanîzim û nexşe rêya hikûmeta herêma Kurdistanê taybet bi çareser kirina kêşeyên deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê. Civata wezîran pêşwaziya xwe ya ji biryara hikûmeta federalî bo dûbare damezrandina komîteya cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê kir, ku, beşêke ji bernameya wezarî ya kabîneya nû ya hikûmeta federalî, herwiha civata wezîran daxwaz jî dike, bûdceyeke taybetî bo wan komîteyan were diyarkirin, pêdiviyên din yên wan jî werin dabînkirin daku, bikarêbe astengiyên li berdem cîhbicîh kirina madeya 140 ji holê rake. Di heman demê de civata wezîran tekez li ser vê yekê kir ku, çareser kirina kêşeyên wan deveran yek ji karên sereke ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye, bo vê mebestê jî şanda danûstandinkar û komîteya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê û komîteya teknîkî ya pêkhatî li ser esasê biryarên berê yên civînên berê yên civata wezîran, bo hemahengî kirin li gel hikûmeta federalî hatin pîwerdarkirin bo xelas kirina qonaxên cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra Îraqê û amadesaziyên pêwîst bo cîhbicîh kirina rêkar û bergeyên têkildar yên bi  vê mijarê ve.

Di rojeva sêyem ya civînê de wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê birêz Bêgerd Talebanî têbîniyên vê wezaretê yên derbarê bernivîsa qanûna wezareta çavkaniyên avê ya Îraqê pêşkêş kir û anî ziman ku, ev qanûna han beruvajiya destûrê hatiye amadekirin û weke desthilateke bêdawî madeyên qanûnê hatine danîn, ev di demekê deye ku, li gor madeya 114/7 ya destûra Îraq, mijara dariştina siyasetên avê, desthilateke hevbeşe û dîsa li gor madeya 115 ya destûrê di dema hebûna nakokiyan, kar bi zagonên herêmî tê kirin.

Bêgerd Talebanî herwiha behsa cîhbicîh kirina projeyên bendavan li herêmê û nûjen kirina wan û bi dest anîna bûdceyê bo wan projeyan di çarçoveya bûdceya sereke ya Îraqê de kir.

Me jî tekez li ser vê yekê kirin ku, dariştin û birêve birina siyasetên çavkaniyên avê, li gorî destûrê hatiye diyarkkirin û herêm bi ti awayî dev ji maf û destilatên xwe yên destûrî bernade û lazime hikûmeta federalî û herêma Kurdistanê hemaheng û hevkar bin bo ku, bi baştirîn awayî fêde ji çavkaniyên avê werbigirin ku, çavkaniyeke girîng ya nîştimaniye. Bi taybetî ku, guherînên hawîrdor û keş û hewayê bûne metirsiyeke mezin û rastîn bo ser jiyana welatiyan û mixabin Îraq û Kurdistan jî yek ji wan deveranin ku, rastî bandorên nerênî yên keş û hewayê û hişke saliyê hatine û ev yek jî bûye sedem daku, tevahiya aliyan hemaheng û hevkar bin bo kêm kirin û sînordar kirina zirarên guherînên keş û hewayê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.