Amerîka: Îran berdewame li ser çê kirina aloziyan

dibêje eger bûyerên wisa werin dubare kirin emê helwesteke gelek tund raber bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Îran çavkaniya aloziyên li Rojhilata Navîne.

Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, bi CENTCOM tê nasîn daxuyaniyek belav kiriye û têde qala liv û tevgerên metirsîdar yên qayîqeke Îranî li avên navnetewî li Kendavê dike.

Li gor daxuyaniya han beriya du rojan di dema proseseke veguhastinê de yaku, du keştiyên Amerîkî têde beşdar bûne, qayîqeke hêzên deryayî ya Îranê liv û tevgereke metirsîdar kiriye û heta 150 yardiya keştiyên Amerîkî nêz bûye û hewl daye radara keştiyên Amerîkî tê bibe lê keştiyên Amerîkî bi rêya çekên lîzer yên huşdarker, karîne ev qayîqa han ji deverê dûr bixin.

CENTCOMê eşkere kiriye ku, ev liv û tevgerên ne berpirsane yên aliyên Îranî nîşaneya vê yekêne ku, Îran berdewame li ser hewldanên xwe yên bo çê kirina aloziyan û îsbat dike ku, Îran çavkaniya aloziyên Rojhilata Navîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ferman ji hêzên Amerîkî re hatiye kirin ku, eger bûyereke bi vê rengî hate dubare kirin, lazime bi tundtirîn awayî bersifa aliyê Îranî were dayîn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.