Îraq dest bi hewldanê bo hawirde kirina gazê dike

Îraq dixwaze êdî ji Îranê hawirdeya xwe ya gazê kêm bike.
کوردستان TV
100%

Li gel Qeter û Tirkmenistanê dest bi danûstan kiriye.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqê, ev demêke hikûmeta Îraqê hewl bo çareser kirina kêşeya gaza xwezayî dide û dixwaze pêdiviyên xwe yên bi gaza xwezayî dabîn bike û rêjeya hawirdeya xwe ji Îranê kêm bike.

Li gor ajansa fermî ya Îraqê, niha rayedarên Îraqî bo hawirde kirina gaza xwezayî li Qeter û Tirkmenistanê, li gel rayedarên wan du welatan dest bi diyalogê kiriye.

Weke tê zanîn, niha Îraq sedî zêdetir ji 90ê pêdiviyên xwe bi gaza xwezayî ji Îranê dabîn dike û ev yek jî car car dibe sedema kêşeyan di navbera her du aliyan de.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.