Erdogan pişt li Ukrayna kir û Rûsye jî pişt li HSD

heta niha mercên Rûsyeyê ne hatine diyarkirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de lihev hatineke nû hatiye kirin.

Li gor nûçeyeke Elcizîre ku, xwe dispêre dîplomatên Rûsî, di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de ev demeke li ser operasiyona bejayî ya Tirkiyeyê bo ser Rojavayê Kurdistanê danûstan û diyalog tê kirin.

Li gor dîplomatan, Rûsye û Tirkiye li ser hin xalan lihev kirine bi taybetî derbarê êrîşên asmanî de lê derbarê operasiyona bejayî de, Rûsye dijatiya xwe li hember operasiyonê diyar kiriye û merc bo Tirkiye daniye.

Elcizîre ji zarê çavkaniyên Rûsî belav kiriye ku, Rûsye ji Erdogan re gotiye ku, hin mercên me derbarê şerê Ukraynayê de hene û eger Tirkiye mercên me bicîh bîne vê demê Rûsye asteng nabe li hember operasiyona bejayî belku bo kontrol kirina Kobanê û Til Refetê hevkarî û karasaniyê jî bo Tirkiyeyê dike.

Heta niha nehatiye zanîn ka gelo mercên Rûsyeyê çine û Tirkiye dikare wan cîhbicîh bike an na?

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.