Îro navenda dîcîtalîze kirina girêbestan destbikar kir.
Jiber dest bikar kirina navenda dîcîtalîze kirina girêbestan, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek weşand ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Pêşwaziya destbikar kirin û vekirina yekem navenda dîcîtalîzekirina girêbestên giştî yên hikûmeta herêma Kurdistanê dikim ku, dibe sedema pêşde birina şefafiyet û lêpirsînê derbarê îhaleyên giştî de, bi awayek ku, dibe alîkar bo çalakbûna zêdetir ya darayiya giştî û piştîvanî ji derketina biznisên biçûn û navend (orta) dike, herwiha dibe sedema pêşveçûna bazirganiya nû û di dawî de jî dibe sedema bilez cîhbicîh kirina reforman.
Kêfxweşim ku niha wezareta plandanînê dest kiriye bi cîhbicîh kirina rêkarên taybet bi îhaleyên giştî û perwerde kirina bazirganan ya li ser bikar anîna portal nû û di çend hefteyên pêşiya me de vê li tevahiya wezaretan ev portala han dest bikar dibe.
Ev xizmetgozariya han yek ji xizmetgozariyên destpêk bû ku, li navendên amar yên hikûmeta herêma Kurdistanê amadekarî jê re hatibûn kirin, dibe alîkareke gelek baş bo hikûmetê di warê gehêştin bi zaniyarî û datayên hûr derbarê dîtina berhem û xizmetgozariyên berdest di nava kerta taybet de.
Rêzdariya me bo wezîrê plandanînê birêz Dara Reşîd û tîma wî heye, bo ser xistina vê projeya han, rixmî demeke rawestanê jiber Koronayê, herwiha spasiya ajansa hevkariya navnetewî ya Koreya Başûr ( KOICA) dikim ku, bi berdewamî hewl bo pêşde birina karînan di nava kerta giştî ya hikûmeta herêma Kurdistanê de daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin