Rêjeya giranî li Tirkiyeyê hat eşkere kirin

opozîsyon dibêje rêjeya giranî sedî sed derbas kiriye.
کوردستان TV
100%

Li ser asta mehê sedî 2.88 e.

Îro duşem 5ê Berfanbar (Kanûnê) navenda amara Tirkiyeyê rêjeya giranî li ser astê meh û salê eşkere kir.

Li gor daxuyaniya navenda amara Tirkiyeyê rêjeya giranî li Tirkiyeyê di meha Mijdarê de sedî 2.88 bûye ku, ev dike rêjeya giranî li ser astê mehê.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku, rêjeya giranî li ser asta salê jî ji sedî 84.39e.

Ji aliyeke din ve opozîsyon û navendên din yên abûrî rexne li vê amarê dikin û dibêjin rêjeya giranî sedî sed derbas kiriye û ev amara ku, ji aliyê hikûkmetê vet ê belavkirin ne raste.

Weke tê zanîn qirîza darayî, giranî û bêkarî li Tirkiyeyê hîn jî didome û heta niha hikûmet ti çareseriyek ji vê qirîza han re nedîtiye.

Nûçe Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.